EM HELEPÇÊ JI BÎR NAKIN!, EM HELEPÇÊ JI BÎR NAKIN!,halepçe,kürt,enfal
16.03.2024

EM HELEPÇÊ JI BÎR NAKIN!

Di navbera salên 1986 û 1988an de Rejîma Baas a Iraqê di bin desthilatdariya Sedam Husên de êrîşên giran li ser gelê Kurd ên li Başûrê Kurdistanê dijîn pêk anî. Armanc ew bû ku Kurdayetiyê ji ser dika dîrokê derxîne. 

Di van êrîşan de ku di navbera salên 1986-1988’an de ji aliyê rejîma Baas a Iraqê ve di bin navê “Operasyona Enfalê” de 8 qonaxan hatin plankirin û bicihanîn;

Şewitandin, wêrankirin û talankirina mal û gundên niştecihên gelê Kurd, bikaranîna çekên kîmyewî, kampên komkirinê (mirinê), ekîbên îdamê li çolan, koçberkirina bi darê zorê û hwd. Nêzîkî 200 hezar Kurd di nav de jin, zarok, kal û pîr bi van rêbazan hatin qetilkirin, herî kêm 4 hezar û 500 gundên Kurdan hatin şewitandin û wêrankirin, mal, pez û çavkaniyên çandiniyê yên Kurdan hatin talankirin, dibistan, nexweşxane û cihên îbadetê bi buldozeran hatin wêrankirin û zêdeyî 1 milyon kes bûn penaber.

“Operasyona Enfalê” di navbera 23 yê Sibata û 6 ê Îlona 1988 an de gihîşt asta bilind. Di 16 ê Adara 1988 an de li bajarê Helebçeyê, komkujiya herî giran a sivîlan a di dîrokê de bi ÇEKÊN KÎMYAWÎ li dijî gelê Kurd hatiye kirin. Bi pênasekirina Neteweyên Yekgirtî (NY) Peymana Pêşîlêgirtin û Sizakirina Tawanan û  Statuya Romayê ya Dadgeha Sizayê ya Navneteweyî, Li gorî pênaseya Peymana Pêşîlêgirtin û Sizakirina Komkujî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Statuya Romayê ya Dadgeha Sizayê ya Navneteweyî,Qîrkirin; dewletek an jî desthilatek ew kesên ku cihekî dijîn an jî civakên bi nîzam, pergalî, gorî rêza fermandarîyê, çalakiyên xwe bi armanca wî gelê hemû an jî hinekî  tune bike. 

Komkujiya ku bi armanca tinekirina gelê Kurd ji dîrokê tê kirin, bi tevahî pênaseya qirkirinê li hev dike.

Di pêvajoyên rûbirûbûna dîrokî de Dadgeha Bilind a Sizayê ya Iraqê, sala 2008 an de qirkirina mezin a ku di bin navê 'Operasyona Enfalê' de li ser gelê Kurd hatiye kirin û qirkirina ku di 2010 an de li Helebçeyê ku berdewama Enfalê bû, weke "komkujî" hatiye nas kirin. Qirkirina Enfal û Helebçeyê ji aliyê Parlamentoya Iraqê û Parlamentoya Herêma Kurdistanê ve jî weke komkujî hatiye qebûlkirin. Qirkirina mezin a bi “Operasyona Enfalê” li gelê Kurd hatiye kirin, ji aliyê Îngilîstan, Swêd û Norwêcê ve jî weke “komkujiya Kurdan” hatiye qebûlkirin. Lê her çiqas komkujiya Enfalê ji aliyê Dadgeha Bilind a Sizayê ya Iraqê ve weke komkujî hatiye qebûlkirin jî, hê jî beşeke girîng a tawanbaran nehatine darizandin.

Careke din “Operasyona Enfalê” ku qirkirina Kurdan e, şermezar dikin û daxwazê ​​ji hemû welatan bi taybetî Tirkiyê dikin ku “Operasyona Enfalê” wek “Qirkirina Kurdan” nas bikin û Peymana Pêşîlêgirtin û Sizakirina Tawanan destnîşan bikin û ji bo ku bibin aliyek ji Statuya Romayê ya Dadgeha Sizayê ya Navneteweyî, em we vedixwînin.
 
KOMELEYA HIQUQNASÊN JI BO AZADÎYÊ