​Biryara PFDK: Ceza li Kurdî, Astengî li Pêşiya Aştiyê, ​Biryara PFDK: Ceza li Kurdî, Astengî li Pêşiya Aştiyê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz(KHA)
30.09.2025

​Biryara PFDK: Ceza li Kurdî, Astengî li Pêşiya Aştiyê

Biryara PFDK: Ceza li Kurdî, Astengî li Pêşiya Aştiyê


​Biryara Lijneya Dîsîplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK) ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ku ji ber nivîsa “Koma me bona we” ya li ser formayên Amedsporê, 110.000 TL cezayê pere lê birî, ne tenê li dijî hiqûqa werzîşê ye, di heman demê de li dijî maf û azadiyên bingehîn jî ye. Gotina navborî, nivîseke reklama bazirganî ye ku aîdî zincîreke marketan e ku sponsora singê ya klûbê ye. Ne naverokeke siyasî, dînî, yan jî nîjadperestî tê de heye û di çarçoveya Talîmata Alavên Werzîşê ya TFF’ê ya heyî de jî ne di nav hêmanên qedexekirî de ye. Digel ku li ser formayên klûbên din îfadeyên bazirganî yên bi Îngilîzî an Fransî hene û ti siza nayê sepandin, cezakirina îfadeyeke Kurdî tê wateya ku Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê bi awayekî fiilî "Kurmancî weke zimanekî qedexekirî îlan dike."
​Prensîba herî bingehîn a hiqûqa dîsîplînê ya qanûnîbûnê, destnîşan dike ku ji ber kiryareke ku bi awayekî eşkere nehatiye qedexekirin, nabe ceza bê dayîn. Digel ku di Talîmatê de têgîna "slogan" cih nagire, mijara cezakirina dîsîplînê ya îfadeyeke reklama asayî, bi prensîbên bingehîn ên hiqûqê re li hev nayê. Ev biryar di heman demê de li dijî prensîba wekheviyê ye; di hawîrdoreke ku îfadeyên Tirkî azad in de cezakirina îfadeyên Kurdî, xwedî taybetmendiya cudakariya li ser bingeha ziman e.
​Îro êdî ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin ku aştiya civakî ya li welêt bi naskirina nasname û zimanên cuda pêkan e. Jiyana gelan a bi hev re bi awayekî wekhev û azad, ne tenê bi naskirina mafên çandî, di heman demê de bi ewlekariya pirzimanîbûnê li qada giştî ve jî tê peydakirin. Bingehê civakeke demokratîk, hebûna azad a gelan bi nasnameyên wan û zimanên wan e. Parastina hebûna her zimanî û xuya bûn a wê li qada giştî, jiyana hevpar qels nake; berevajî, wê bihêztir û mayîndetir dike. Li şûna ku ji xuyabûna zimanekî bitirsin, qebûlkirina wê wekî zengîniya hevpar a vê erdnîgariyê, şertê neçar ê têgihîştina hemwelatiya wekhev û jiyana demokratîk e.
​Lê belê, ev ceza ne tenê ji prensîbên hiqûqî dûr ketiye, di heman demê de zirar daye hawîrdora aştiyê ya ku li welêt pêşve diçe. Cezakirina hebûna zimanên li qada giştî, li pêşiya avakirina pêbaweriyê di navbera beşên cuda yên civakê de astengiyan derdixe û hêviyên li ser paşeroja hevpar xera dike. Lê aştî û çareseriya demokratîk, ne bi tirs û qedexeyan, bi naskirina rewa û wekhev a cûdahiyan tê avakirin. Bingehê peymana civakî, jiyana gelan a bi hev re di şert û mercên wekhev de bi nasnameyên wan e. Qada werzîşê jî neynika vê jiyana hevpar e; divê bibe qadeke ku tê de ziman, çand û nasnameyên cuda di şert û mercên wekhev de cih digirin û gel xwe îfade dikin.
​Wekî Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz(KHA), em difikirin ku ev biryar ne tenê Amedsporê, di heman demê de îradeya jiyana hevpar û hêviya aştiyê ya gelan kiriye hedef. Em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku ti cudakarîya li ser bingeha ziman û nasnameyê nayê qebûlkirin û hebûna azad a Kurdî wekî zimanekî resen ê van xakan li qada giştî ji bo aştî û demokrasiyê pêwîst e.

 Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz(KHA)