Komaleya Huqûqnasên Ji Bo Azadiyê (KHA) ku di 27ê Mijdara 2019an de li Amedê avabûna xwe qedand, di 23yê Adara 2019an de yekemîn Lijneya Giştî ya xwe li dar xist. Komaleya Huqûqnasên Ji Bo Azadiyê (KHA) hemû tecrubeyên têkoşîna hiqûqî ya demokratîk weke mîrateya xwe qebûl kir û bi lez û bez xwe li ser vê mîrateyê bi rêxistin kir. Weke parêzvana nirxên hiqûqa komunal a demokratîk a azadîxwaz û têkoşîna ji bo hiqûqa alternatîf hate avakirin. Armanca wê têkoşîna ji bo mafên çînên bindest, nasname û zayendên ku di rêziknameya xwe de hatine diyarkirin de ji bo maf û azadiyên bingehîn têdikoşe. KHA, xwe weke komeleya nasnameya azadiya jinê, têkoşîna statuyê ya gelê Kurd, têkoşîna çînên bindest û têkoşîna ekolojîk a li dijî modernîteya kapîtalîst a ku xwezaya me talan dike, pênase dike; Li Stenbol, Amed, Enqere, Wan, Mêrsîn, Îzmîr, Êlih, Bûrsa, Dîlok, Colemêrg û Rihayê wekî şax û li Şirnex, Îdir, Qers û Mêrdînê wekî nûnertî tê organîzekirin.

Wekî ku di rêziknameya Komaleya Huqûqnasên Ji Bo Azadiyê (KHA) de jî tê gotin;

a-Ji desthilatdariya neteweyî û navneteweyî, bi taybetî mafê jiyanê, çi ziman, ol, nijad, reng, zayend, meyla zayendî, nasnameya zayendî, rewşa zewacê, ramana siyasî û felsefî, eslê etnîkî, kêmendam û hwd… de tu veqetîn nekirin, ji bo bilindkirina hişyariyê û li dijî her destwerdana neheq an ne rewa li dijî mafên civakî, aborî û siyasî.

b-Bibawerkirina hemû welatî ji aliyên maf û wezîfeyan wekhev û azad in, ziman, ol, nijad, reng, zayend, meyla zayendî, nasnameya zayendî, rewşa zewacê, ramanên sîyasî û felsefî, etnîsite, biastengî hwd... ji ber cudahiyan di navbera mirovan de tu veqetîn nekirin, pîroziyên mirovan, hawirdora tendurîstî, jiyana ekolojîk a xwezayî û bihişmendiya berpirsyarî ya li hember mirovahiyê tevger kirin.

c-Bi taybetî ji bo ziman, çand, baweri û pêşeroja hemû gel û welatiyên li erdnîgariya me dijîn, ku çavkaniya xwe diroka civakî ya erdnîgariya me û rabirdûya hevpar a gelên ku em bi hev re dijîn, ji hîsa edaletî, nirxa hiqûqî ya gerdûnî û bedewiyên xwezayî digire, her tiştê ku kêrtê bi pêş bixe, veguhastina nifşên pêşerojê.

d-Lêkolîna li ser pirsgirêkên hiqûqî û binpêkirinên mafan ên ku kes û komên kesan ji ber rayedarên netewî yan jî navneteweyî rast hatine û bikaranîna hemû rêyên rewa yên netewî û navneteweyî herî bi bandor.

e-Li dijî her cure cudakarî, biçûkdîtinî û binpêkirina mafan têkoşîn kirin û çareseriyên hiqûqî pêş xistin, ji bo avakirina pergaleke hiqûqî ya azadîxwaz û demokratîk, bi sekna azadiya zayendî, li ser esasê wekheviya tam a jin û mêr û mafên mirovan di hemû qadên jiyanê de xebat meşandin.

Bi kurtasî Komaleya Huqûqnasên Ji Bo Azadiyê; hewl dide cihê ku binpêkirina mafan hebe bi hemû hêzên xwe xebatan bike, mafên mirovan û azadiyên wan li hemberî her cure pergalên desthilatdaran biparêze, têkoşîna hiqûqî tenê li ser pîvanên berçavan nake, li ser hestên edeletê yên ku mîrateya mirovatîyê çê kiriye bilind dibe û pergala civata demokratîk a exlaqî esas digre û di vê çarçoveyê de bi nêrîna xwe sînorên normatîf ên hiqûqî jî dide zorê û di qadên têkoşînê de hebûna xwe dide berdewam kirin.