JI BO DAWÎKIRINA TECRÎDÊ SERLÊDANA WEZARETA DADÊ, JI BO DAWÎKIRINA TECRÎDÊ SERLÊDANA WEZARETA DADÊ,İMRALI,TECRİT,ÖHD
22.01.2024

JI BO DAWÎKIRINA TECRÎDÊ SERLÊDANA WEZARETA DADÊ

Kedkarên Çapemenîyê yên Hêja

Weke hûn jî dizanin ku, dîlgirtîyên di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F a Ewlehî Bilind de Birêz Abdullah Ocelan, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Hamîlî Yıldırım û Birêz Veysî Aktaş, hevdîtinên wan ên bi parêzerên wan re bi awayekî derî qanunî tê astengkirin.

Berîya niha jî gelek caran me anî rojevê û me hûn agahdar kirin ku, ji 7ê Tebaxa 2019an heya niha bi Birêz Abdullah Ocelan re û ji sala 2015an heya niha bi Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Hamîlî Yıldırım û Birêz Veysî Aktaş re destûr nehatîye dayîn ku hevdîtina parêzeran pêk bê.

Qedexeya hevdîtina parêzeran, ji 27ê Tirmeha 2011an heya 2yê Gulana 2019an, 8 salan bênavber domaye, tenê sala 2019an de 5 caran hevdîtin pêk hatîye. Dîsa 7ê Tebaxa 2019an ji hevdîtina herî dawî ya parêzeran pê ve kiryarên qedexekirinê dewam kirîye.

Di vê pêvajoyê de CPT’yê ( Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê) di rapora xwe ya 5ê Tebaxa 2020an de behsa serdana xwe ya Girtîgeha Îmralîyê ya 2019an  kiriye. Gorî vê raporê, têkilîya Ocelan û her sê girtîyên din bi temamî qedexe ye û rewşa Ocelan û her sê girtîyên din incommunicado ye.

CPT’yê di nirxandina xwe de ev rewş wekî dijberê standart û belgeyên mafê mirovan dîtîye û neqebûlkirina wê dîyar kirîye.

Qedexekirina zîyareta Girtîgeha Îmralîyê ya parêzeran, binpêkirina Zagona Înfaz bijimare 5275’e û dijberî peymanên mafên mirovan û zagonên navneteweyî ye.

Em careke din jî bi bîr tînin ku dewlet perbirsîyare ku bêferq û cudahî ewlehîya bikaranîna mafên hemû mehkum û girtîyan pêk bîne. Tirkîye jî ji vê berpirsîyarîyê bêpar nîne.

Li gorî qanûn û rêgezên exlaqî yên herêmî û navneteweyî, divê parêzer rastî tu zext, astengî, tacîz û destwerdanên bêqanûnî neyên, bi mûvekkîlên xwe re hevdîtinê bikin û karê parêzerîyê azade pêk bînin.

Me wek 775 parêzerên ku li 29 baroyên cuda yên Tirkiyeyê qeydkirî ne, di sala 2022an de serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Îdareya Girtîgeha Îmraliyê da ku serlêdanên parêzeran bê qebûl kirin. Di sala 2022’an de ji bo serlêdanên bi sedan parêzerên ku di nav de serokên baroyan jî hene tu bersiv nehat dayîn.

Piştre 350 parêzerên ji 22 welatên cuda bi taybetî ji welatên Ewropayê di 14ê Îlona 2022an de, ji Rojhilata Navîn jî 756 parêzeran di 19ê Îlona 2022an de serî li Wezareta Edaletê dabûn û xwestin bi girtiyên li Girtîgeha Girava Îmraliyê re hevdîtinê bikin. Lê belê ev daxwaz jî bê bersiv hatin hiştin.

Em careke din teqez dikin ku hewldanên parêzeran ên ev demeke dirêj e li dijî tecrîd û binpêkirina mafê parastinê di esasê xwe de têkoşîna bicihanîna mafên ku di Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan û bi rêgez û peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye jî di nav de ye.

Em dixwazin bi we re parve bikin ku me serlêdana xwe ya bi daxwaza hevdîtinê ya bi Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Ömer Hayri Konar, Birêz Hamîlî Yildirim û Birêz Veysî Aktaş re ji Wezareta Dadê re şand.

Em wek 1330 parêzerên li 35 Baroyan daxwaza xwe  careke din dubare dikin, bila ev bêhiqûqiya ku berdewam dike êdî xilas bibe.