Jİ ÇAPEMENÎ Û RAYA GİŞTÎ RE, Jİ ÇAPEMENÎ Û RAYA GİŞTÎ RE
21.02.2024

Jİ ÇAPEMENÎ Û RAYA GİŞTÎ RE

 

 

            Di 17ê Mijdara 1999an de UNESCOyê 21ê Sibatê weke ‘’Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê’’ îlan kir û ji sala 2000an û vir ve bi armanca piştgirîkirina cihêrengiya Çandî û pirzimanî li cîhanê ev roj weke “Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê” tê pîrozkirin.

                Di 26emîn salvegera Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de, mixabin li seranserê cîhanê windabûna zimanan berdewam e û gelek ziman di bin xetereya windabûnê de ne. Zimanên windabûyî û zimanên di bin tehdîdê de, zimanên kêmîneyan in an jî yên civakên ku mafê wan ê serwerîyê û înîsiyatîfa wan a bikaranîna zimanê zikmakî tune ye. Zimanê zikmakî ew ziman e ku endamên civakê bi hêsanî pê re dicivin û bi hev re dikevin nava hev û bi hêsanî dikarin pêşketina xwe bidomînin. Ji ber vê yekê di vê çarçoveyê de naskirina zimanê zikmakî weke zimanê perwerdeyê mafekî bingehîn ê mirovî ye û dîsa bikaranîna zimanê zikmakî di hemû warên jiyanê de yek ji mafên bingehîn ên mirovî ye. Civakên ku mafê wan ê perwerdehiya bi zimanê dayikê hebe, wê di her wateyî de xwediyê pêşketineke mezin bin û ew ew civak dê newekheviya di nava civatê de ji holê rakin. Her wiha hemû lêkolînên zanistî nîşan didin ku zarokên bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde dibin di warê pedagojiyê de bêtir serkeftî ne.

             Lê belê ji ber polîtîkayên pişaftin û pêkanînên monîst ên dewletên serdest ên cîhanê, zimanê neteweya serdest ji bo civakên din jî neçarî dibe zimanê sereke. Rastî ev e ku zimanê zikmakî nîşaneya herî girîng a hebûn, nasname û çanda civakan ne. Civak bi zimanên xwe hene. Ji bo civakên bê ziman domandina xwe weke civakekê pir zehmet e.

             Hemî zimanên winda, zimanên di xetereyê de û zimanên tên axaftin nirxa hevpar a cîhana mirovahiyê û dîroka mirovahiyê ne. Divê teqez polîtîkayên monîst û pişaftker û amûrên zorê yên li ser zimanan bên rakirin. Divê mirov bi zimanê xwe biaxivin, perwerdeyê bibînin, jiyan û çanda xwe biparêzin. Bi pirdengîya zimanî û çandî, civak dikarin bi hev re di nav aştî û azadîyê de bijîn.

           Pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêka herî bingehîn a welatê me ye ku li benda çareseriyê ye. Yek ji rêgezên herî bingehîn ên pêşkeftina di çareserkirina Pirsgirêka Kurd û dabînkirina aştiya civakî de, bêguman ew e ku her ferdek bi zimanê civaka ku xwe tê de dibîne bi azadî xwe îfade bike.  Di belgeyên gerdûnî yên navneteweyî de tê gotin ku berpisîyarîya dewletan ew e ku derfetan peyda bikin ji bo her zarokek bi azadî zimanê ku ji dema ku ew ji dayik dibe pê re diaxive, bêyî ku tu perwerdehiyê wergirtiye, fêr bibe û bi zimanê dayika  beşdarî hemî pêvajoyên civakî bibe.

              Weke Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê em Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz dikin û daxwaz dikin ku mafê herî xwezayî û mirovî yê her kesî, mafê perwerdehiya bi zimanê xwe yê zikmakî û danûstandina bi cîhanê re, demildest bê bicihanîn.

 

21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê Pîroz be,

Bila Bibe Roja Azadiya Hemû Zimanan!

 

KOMELEYA HIQÛQNASÊN JI BO AZADIYÊ