JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ ​​RE, li hemberî vê polîtîkaya tecrîdê ku nayê qebûlkirin dengê xwe bilind bikin.
06.12.2023

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ ​​RE

Tirkiye di makeqanûnê de xwe weke dewleta hiqûqê destnîşan dike. Lê ji birêz Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş, ku li girtîgeheke Tîpa F ya girêdayî Wezareta Dadê ya Komarê û li gora makeqanûnê tê birêve birin, 30 meh in tu agahiyek nayê wergirtin.

Ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve tevî serlêdan û tevgeran hemû jî, yek parêzerek jî nekariye biçe geirtîgeha Îmraliyê. Ji ber vê yekê, parezer ji aliyê hiqûqî ve derbarê dozên derheqê muwekîlên wan de vebûne nikarin alîkarî bidin. Ji ber ku ne bi rêya hevdîtinan û ne jî bi rêya telefonan parêzer nikarin têkilî bi muwekîlên xwe re deynin, derbarê rewşa teduristiya wan de jî ne xwedî agahî ne.

Girtiyên ku li girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin ji ber kurdayetî û nasnameya xwe ya polîtîk, bi van kiryarên dij mirovî re rû bi rû dimînin ku wijdanê mirovahiyê diêşîne. Li hemberî vê bê hiqûqiya ku mînaka wê nîne, bi taybetî di civaka Tirkiyê de tu dengek bilind nabe, rewşeke ku ji nedîtî ve tê heye.

Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê CPT ku yek ji saziyên Konseya Ewropayê ye û Tirkiye jî endama wê ye, di raporên xwe de ku beriya niha der barê Girtîgeha Îmraliyê de amade kiribû û bi raya giştî re parve kiribû, kiryarên derqanûnî tesbît kir û hişyarî da Tirkiye ku wan ji holê rake. Mixabin Tirkiye; bicihanîna van pêşniyaran li aliyekê, pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bi awayekî hovane kûrtir kiriye û Girtîgeha Îmraliyê veguherandiye navendeke ku nayê dîtin û nayê bihîstin.

Piştî serlêdana birêz Ocalan û 3 girtiyên din, Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di Îlona 2022’yan de, daxwaza tedbîrgirtinê qebûl kir û biryar da ku bi lez û bez, bêyî ku sînorek bê danîn bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Lê Tirkiyê vê biryarê bi cih neanî.

Parêzeran di Çileya 2023’yan de serî li Komîteya Mafên Mirovan dan û komîteyê agahdarkirin ku rewşa agahînegirtinê dewam dike. Tevî ku komîte careke din bibîra Tirkiyê xist jî, mixabin Tirkiye ji bo ku vê biryarê bicih bîne tu gav neavêtin.

Tevî van hemuyan, di 10'ê Hezîrana 2022'yan de, ji bo ku hevdîtina bi parêzeran re pêk were, 775 parêzer bi belgeya xwe ya erkê re serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê heya roja me ya îro jî tu bersiv nehatiye dayîn. Dîsa serî de welatên Ewrupayê, ji 22 welatan 350 parêzer di 14'ê Îlona 2022'yan de, ji welatên cuda yên Rojhilata Navî jî 756 parêzer di 19'ê Îlona 2022'yan de serî li Wezareta dadê dan û xwestin ku li Girtîgeha Grava Îmraliyê hevdîtina parêzeran pêk were. Lê derbarê van serlêdanan de tu bersiv pêşneketin.

Ev tablo bi awayekî vekirî nîşan dide ku hiqûq li Îmraliyê bi awayekî ku nayê qebûlkirin hatiye daliqandin. Tê xwestin ku birêz Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, di sîstema tecrîdê winda bikin, bidin jibîrkirin. Lê em dizanin ku tevî van bê hiqûqiyan hemû jî, ji dema ku wî anîne Îmraliyê birêz Ocalan, çi di darizandina li giravê de çi jî di parêznameya xwe de ku pişt re radestî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupayê kiribû, ji bo çareseriya meseleya Kurd ku yek ji meseleyên bingehîn ên Tirkiyê ye, her tim bi awayekî erênî tevgeriyaye û di nava hewldaneke samîmî de bûye. Dewlet jî di hin deman de ji bo çareserkirina meseleyê li masê rûniştiye, diyalog pêşxistiye.

Bi bangên birêz Ocalan pêvajoyên agirbestê pêk hatin, komên aştiyê hatin Tirkiyeyê.

Di dema îro de, mixabin tecrîda li Îmraliyê bi her awayî li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye, di çareseriya pirsgirêka Kurd de polîtîkayên diyalog û aştiyê bi polîtîkayên 'ewlekariyê' hatin guhertin û serîde aborî, Tirkiye di her warî de ketiye qonaxeke sotîner û tarî. Ji ber van sedeman hemû, divê tavilê dawî li vê rewşa derhiqûqî û dijî etîkê ku di 25'ê Îlona 2023'yan de 30 mehên xwe tije kir bê anîn.

Em wek hiqûqnasên ku ji bo demokrasî, edalet û azadiyê têdikoşin; bang li Tirkiyê dikin; biryarên Komîteya Mafê Mirovan a Netewên Yekbûyî û CPT û yên navnetewî pêk bîne ku ew bixwe jî alîgirê wan e. Weke dewleta hiqûqê li gorî yasayên têkildar ên di makeqanûna xwe de dawî li pergala tecrîda li Îmraliyê bîne.

Serî de baro û rêxistinên hiqûqê, em bang li hiqûqnas û civaka demokratîk dikin; li hemberî vê polîtîkaya tecrîdê ku nayê qebûlkirin dengê xwe bilind bikin.