Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê; têkoşîna edaletê weke qadeke pirsgirêka maf û azadiyê dibîne. Li ser vê esasê di gel hemû kes û saziyên ku li hemberî neheqîyê radiwestin têdikoşe. 

Lijneya şopandina dozan; li dû maf û doza, parêzerên ku ji ber karên xwe yên pîşeyî tên darizandin, sîyasetmedarên ku mafê hilbijêr û berbijêr ji wan hatine standin, kedkarên çapemeniyê ku azadiya fikr û ramanê ji wan hatine desteserkirin, jin û LGBTÎ yên ku rastî tundîyan hatine, gelên ku zimanên wan ê zikmakî hatine qedexekirin, kedkarên ku mafên wan ji wan hatine standin, mexdûrên ku bi destê dewletê rastî qetilkirinê hatine, xwendekarên ku mafê perwerdehîyê ji wan hatine standin, girtiyên ku ne tenê mafê azadiyê û her wiha mafên wan yên din jî ji wan hatine standin û her wekî din, ketîye û heta dawiyê dişopîne. 

Her wiha li hemberî îdeolojiya hiqûqî ya serdest alîkariya gel û kedkaran dike û li rex wan têdikoşe. Ji bo van kes û saziyên navborî serîlêdanên hiqûqî dike û dozên wan vekirine an jî li wan vebûne dişopîne.