LIJNEYA MAFÊN ZAROKAN Û BÎRÊ

 

Lijneya Mafên Zarokan û Bîrê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê, ji bo zarokên ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê ji ber kiryar û xemsariya dewletê mafên wan ên jiyanê hatine binpêkirin û jiyana xwe ji dest dane yan jî ji bo zarokên ku mafên wan ên ewlehiyê hatine binpêkirin pêvajoya hiqûqî bişopîne û derbarê van mirin û birîndarbûyinan de bîrekî ava bike hatiye avakirin.

Lêbelê li gel avabûna lijneyê berfirehkirina qada xebatên me jî hê didome. Di nava van xebatan de; ji bo qebûlkirina daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî ya zarokan, pêşilêgirtina karkeriya zarokan, bi armanca pêşîlêgirtina binpêkirina mafên zarokan a di dema darizandin û bicihanîna encamê de amadekirina raporan û hwd. derbarê qada mafên mirovan ên bingehîn a ku mijarên wê zarok in de piştgirîdayîna hiqûqî didomîne.

Ji ber ku geşedana giyanî û laşî yan zarokan girîng e, ev rewş bi peymanên navneteweyî hatiye parastin. Tirkiye jî endamê Neteweyên Yekbûyî ye, dewleteke alîgirê van peymanên navneteweyî ye. Lê belê di van peymanan de îhtîşeyên Tirkiyeyê yên der barê perwerdeya bi zimanê zikmakî de ji bo holê bên rakirin û peyman bi bandortir bên bicihanîn, wê weke Lijneya Mafên Zarokan û Bîrê ya KHAyê xebatên bi bandor bên meşandin. 

Ji bo ku mafên zarokan neyên binpêkirin, hûn dikarin bi şaxên komeleya me re têkilî daynin û piştgiriya hiqûqî bigirin, an jî hûn dikarin ji navnîşana me ya e-mailêohdcocukkomisyonu@gmail.com bigihînin me. Ji bo ku hûn xebatên me nêztir bişopînin, hûn dikarin hesabê me ya medya civakî ya Twitterê @OHDcocuk bişopînin.