Lijneya Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê, li dijî tundî, cudakarî û binpêkirinên mafan ên di seri de jin, zarok û LGBTI+ yên ji ber nasnameya xwe ya zayendî rastî şîdeta mêr û dewletê tên, bi nasname û hişmendiya parêzeriya azadîxwaz têkoşîna hiqûqî dimeşîne.
Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê li dijî hemû rêyên mêtîngeriyê ku em weke berhema pergala baviksalarî pê re rû bi rû dimînin û pêkanînên daraza mêrî; ji kolanan heta dadgehan, ji malan heta kargehan, li her derê, li her sazî, li her qadê hebûnê, axaftinê û hilberîna polîtîkayên li ser wekheviya zayendî weke rêgez pejirandiye.
Endamên Komîsyonê, bi taybetî jî Peymana Stenbolê ku di encama têkoşîna Tevgera Azadiya Jinê de bi dest xistine, di çarçoveya pêkanîna hemû destkeftiyên wekheviya zayendî de, di pêvajoyên darazê de weke parêzer têkoşîna hiqûqî dimeşînin.
Kesên ku ji ber meyla zayendî û nasnameya zayendî rastî şîdet, îstîsmar û cudakariyê hatine, dikarin ji bo şopandina pêvajoya darazê ya bûyera ku jiyaye serî li Komîsyona Jinan a KHAyê bidin. Prensîb û sînorên piştgiriya qanûnî ya ku dê bê dayîn ji aliyê Komîsyona Jinê ve tên diyarkirin. Ji serlêderan re ji bo dozê piştgirîya qanûnî an jî li gorî şert û mercên taybetî yên dozê piştgiriya şêwirmendiyê tê peyda kirin.