ÖHD LIJNEYA PERWERDÊ

Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê komeleyek e ku bi sedan endamên wê hene û di vî warî de xwe îspat kiriye ku di nava şert û mercên dijwar de bi awayekî herî baş têkoşîna mafên mirovan û edaletê daye meşandin.

Lijneya Perwerdeyê ya KHAyê; Armanc dike ku bi kevneşopiya pratîka parêzertiyê hevpîşeyên nû veguhezîne û ji bo vê yekê perwerdehiyan dide. Ew di çarçoveya bernameya Akademiya Hiqûqê ya Azadîxwaz de perwerdehiyên bingehîn ên mafan, qanûnên mafên mirovan û bi taybetî Qanûna Seza - Qanûna Dadwerdana Seza – Qanûna Bingehîn û DMMEyê organîze dike. Di vê çarçoveyê de perwerdeyên bi navê “Perwerdeya Parêzerên Sezayê“ di serdema payîz û biharê de organîze dike û tê de teorî û pratîka darizandina sûcan bi hev re tê meşandin.

Li gel perwerdeya pîşeyî, Komîsyona Perwerdeyê bi beşdariya hevkar û akademîsyenên pisporên Felsefeya Hiqûqê û Civaknasiya Hiqûqê panel û konferansan li dar dixe. Di vê çarçoveyê de ji sala 2017an û li vir ve rêze Semînerên Hiquqa Azadîxwaz organîze dike.

Komîsyona me li gorî daxwazên hevpîşeyên xwe di gelek qadên taybet de perwerdeyan organîze dike.