Duyurular
Bijî Yekê Gulanê, Bijî Yekê Gulanê
01.05.2021

Bijî Yekê Gulanê

Îro Yekê Gulanê ye roja karker û kedkarên cîhanê ye.

Îro cejna hemû xebatkar û karkerên cîhanê ye.

Yekê gulanê roja yekîtî, piştgirî û tekoşînê ye.

Em baş dizanin ku dîroka 1ê Gulanê pir dûr û dirêj e û ewqasa jî bi xwîn û biêş e! Lê di hemû deman de xebatkar û Kedkarên cîhanê ji bo, li mafên xwe yên demokratîk xwedî derkevin û dest dirêjîya li ser mafê xwe birawestînin hewcedarî rêxistinbûnê dîtin.

Di yekê Gulana sala 1886an de li bajarê Emerîka Chicago, ji aliyê sendîkaya Karkeran ve li qada Haymertê mîtingek hate lidarxistin.Di yekê gulana 1977 an de li Taksîmê 34 karker hatin qetilkirin.Îro roja wan karkeran e.

Di vê nexweşîya coronayê de hemû karker hem di hêla nexweşîyê de hem jî di hêla debar û aborîyê de  bêhtir pirsgirêkan dijîn.Ji alîyê dewleta Tirk ve pîrozkirina yekê Gulanê li hemû deran hate qedexekirin.Bihane wana yê mezin jî ji ber nexweşîyê qedexekirina derketina derve bû.Lê îro gelek xebatkar hê dixebitin.Ev tiştê ku dewlet dike ne bergirî ye qedexekirina tekoşîna karkeran e!

Di van şerdên coronayê de parêzerên serkar jî parêzerên stajyer û xebatkar dişînin cîhên birîsk.Ev parêzerên serkar wext tê dibêjin em parêzvanê mafê mirovan in bes her roj jî tundî û mobîngê nîşanî xebatkarên xwe dikin!

Di wan deman de rewşa ku karker û xebatkar tê da bûn îro li gelek derên cîhanê disa didome û belangazî, zehmetî û kedxwarin weke rastîyek li ber çava ne. Bi milyonan kesên belangaz û birçî ji bo jiyana xwe ya rojane bidomin bi zikekî birçî û bi awayekî parsek dijîn. Zarokên ku temenê wan piçûk 15-16 seet di karên giran de dixebitînin û heqê keda wan nayê dayin.

Îro li gelek derên Cîhanê bi hezaran karker bê rêxistin û bê sendîka ne û rojê 16-18 saet kar dikin. Tu mafekî wan tuneye û bê sîxorte dixebitin. Ji bo jiyana xwe bi domînin keda xwe bi pereyek kêmtir difiroşin an jî di karên reş de dixebitin.

Her roj yekê gulanê ye.Bi vê mebestê em bang li karkerên cîhanê,Kurdistanê û Tirkîyeyê dikin .Em wek Komelaye Hiqûqnasên ji Bo Azadîyê îro li hember pirsgirêkên li qadê yên hûn dijîn, li hember kedxwarîyê her tim li ba we ne.

Bijî Yekê Gulanê!