Duyurular
PARASTIN Ê SERÎ NETEWÎNE, PARASTIN Ê SERÎ NETEWÎNE,öhd ,öhd amed,öhd istanbul ,avukat,savunma ,parastın
02.05.2023

PARASTIN Ê SERÎ NETEWÎNE

PARASTIN Ê SERÎ NETEWÎNE!

Di sibeha 25ê Avrêla 2023an de, 25 parêzer ku endamên me, rêveberên navend û şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê jî di nav de ne, nûnerên gelek saziyên demokratîk, parêzvanên mafên mirovan, siyasetmedar, rojnamevan û hunermend, bi hinceta lêpirsînekî hatiye kirin, ji aliyên Polîsên Amedê ve piştî lêgerîna li buroyan, avahiyên Komeleyan û li malên wan hatin binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 48 kes hatin girtin û 86 kes jî bi tedbîrên cuda yên kontrola edlî hatin berdan.

Hevalên me yên ku di nav kesên hatine binçavkirî de Hevserokê berê yê Şaxa me ya Amedê Prz. Özum Vurgun û endamên Şaxa Amedê Prz. Burhan Arta û Prz. Serhat Hezer hatin girtin û der barê 12 hevpîşeyên me yên din de jî bi awayê îmze û qedexeya derketina derve biryara kontrola edlî hat dayîn. Bi binçavkirina hevalên me yên ku ger bên gazîkirin dikarin biçin îfadeyê bidin û her roj li Edliye û Midûriyeta Polîsan xebatên xwe yên pîşeyî didomînin, bi yek îfadeya şahidêkî ye bi îdiayên bêbingeh, mafê azadiya şexsî û ewlehiyê hat binpêkirin û 3 hevalên me hatin binçavkirin.

Hikûmeta AKP'ê ya ku ev 20 sal in zêdetir e bi darbeyên siyasî, komkujî, nîjadperestî, gef û her cure êrîşan hewl dide jiyana xwe dirêj bike, destwerdana derqanûnî li parêzerên komeleya me yên ku ji bo ku hilbijartina di 14'ê Gulanê de gelê me bi awayekî azad îradeya xwe nîşan bide dê ewlehiya sindoqan pêk bînin, bi mebestên siyasî, bi alîkariya dadweriya siyasî, armanc dike ku me bêbandor bike.

Wekî ku di rêznameya me de jî hatiye darêtin qada xebata Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ew e ku; “Li dijî her cure destwerdana neheq û ne rewa yên ku ji aliyê desthilatdariya neteweyî û navneteweyî ve bi taybetî li hember mafê jiyanê, ziman, ol, nijad, reng, zayend, meyla zayendî, nasnameya zayendî, ramana siyasî û felsefî, mafên civakî, aborî û siyasî, etnîkî, kêmendamî û hwd hişyar bike, hişmendiya berxwedêr ava bike û xwedî helwest be.” Li hemberî binpêkirinên mafan rawestin, binpêkirinan anîna ziman, daxwaza lêpirsîna wan, kirina pîşeya parêzeriyê, bi kurtasî parastina mafan mafekî bingehîn e. Hêsankirina karê rêxistinên mafan û parêzvanan erkeke dewletên hiqûqê ye. Tirkiye jî di çarçoveya peymanên mafên mirovan ên navneteweyî û herêmî yên ku ew alîgirê wan e û bi xala 90emîn a Qanûna Bingehîn ve di hiqûqa navxweyî de cih girtiye, mecbûr e parastina maf û parêzeran bike. Bi hincetên parastina mafên mirovan, xebatên xwe yên pîşeyî û muxalefetî sûcdarkirin, binçavkirin û girtin binpêkirina mafên mirovan e.

Di çarçoveya dosyaya lêpirsînê de, em bi kîjan binpêkirina mafan re eleqedar dibin, em kîjan sûcan diparêzin, divê em kê biparêzin, xwespêrên me yên ku tên darizandin nasnameyên wan yên etnîkî çi ne û divê em çawa biparêzin hwd bi hinceta nîqaşkirina pîşeyê me di şexsê komeleya me û endamên me de pîşeya parêzerîyê tê darizandin. Weke Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê em ê bi kevneşopiya têkoşîna me ya bi salan e ji bo avakirina hiqûqeke azadîxwaz û demokratîk xebat û têkoşînê bimeşînin. Kuştin, girtin, darizandin û zext wê ji me re nebin asteng ku em karê xwe weke ku em bawer dikin bikin. Wekî çawa pêşde gelek endamên me hatibûn darizandin û beraat kiribûn, xebatên komeleya me ya ku em bi pêgirêdayîya bi qanûn û prensîbên hiqûqî yên gerdûnî ve di çarçoveya parastina mafan de dimeşînin û xebatên xwe yên pîşeyî yên di çarçoveya parêzeriyê de pêk bînin me nehiştiye û em ê nehêlin ji aliyê dadweriya siyasî ve bê sûcdarkirin. Divê hemû destwerdanên bêhiqûqî yên ku azadiya kesên di dosyayê de sînordar dike bên rawestandin û bi taybetî endamên me yên hatine girtin, hemû kesên hatine girtin demildest bên berdan.

KOMELEYA HIQÛQNASÊN JI BO AZADIYÊ